Xêr û xweşî li we û qabqabik û şimik…
Carek ji caran rehme li dê û bavên hazir û guhdaran (xwendevanan), xeynî ji melûnên ber hêt û dîwaran!…
Wextê dinya dinya bû bacarê
Hesenkêfê ava bû, teqe teqa hedad û sefaran bû…
Çol û çolistan, berî
bersîtan, payîz çû ma zivistan û serê Jêhat (Mirze Miheme) ji nû ve ket e xax û paxên giran!
Çîrok e, ne min dîtîye û ne jî hûn bawer bikin, em zêde serê we neêşînin...
Belê, bi navê Jêhat merivek
hebû, vek ku ji navê wî jî tê fêm kirin, ew mirovekî jêhatî, zîrek, enerjîk û henekçîkî
yeman û pir xweş xeber jî bû. Jêhat ji gundekî nêzî Êlihê, Batmanê bû û ji ber
ku mekteb li gundê wan tune bû, îcar ji mecbûrî ew jî wek gelek zarokên din yên
gund, her roj pênc, şeş kilometre rê dimeşiya û diçû dibistana gundê cîran.
Îcar her çiqas me got bi
zaroktî jî, lê belê wextê ku Jêhat qala zaroktîya xwe, ya dibistanê dikir, hingê
pîreka wî li hemberî wî derdiket û jê re digot: zaroktîya çi û halê çi? De
(...) Jêhato tu weke xwey vêga bûy, wexta ku tu diçûyî dibistanê. Her çiqas ku
Jêhat ew yek înkar dikir jî, lê dîsan jî wî pir newêrî bû ku ew zêde bi ser
pîreka xwe de biçûna…
Û ew qelafetê Jêhat yê hinekî
gir, wê bejna wî a piçekî bilind, ew simbêlên wî û îcar ew bi wê berbaneka reş ya
ku lê û ew bi wê yakalika sipî ku di situyê wî de, ew tesewira wî dîmenê komîk,
ku tê an jî ku ew were ber çavên mirov, îcar ew yek bêhemd dikaribû ku mirova
bibişirîne, bikenîne. Wê çaxê unîformên mektebên destpêkê, yanî yên mekteba
ewil ya ku zarok li bakurê welat pênc sala diçûnê (ilk okûlên tirka), ew wilo bûn.
Piştî pênc sal xwendina mektebê
û çend sal şûnde jî zewac, mala Jêhat jî weke gelek gundîyên Kurdistanê, ji ber
pir sedeman û axleb jî ji ber siyaseta dewletê, ya ku ji dêlva fabrîqe,
karxane; wan qereqolên cendirman û hwd ava dikirin û piçekî jî ji ber nakokîyên
navbera gundîyan, yên wek şerê li ser erdan û her wekî din, ewana jî, yanî mala
Jêhat jî ji gund bar dikin û ew jî bo nimûne; wek mala Remoyê Sindisî, yê ku
çîroka kerê Mala Hesenê digot (lê ew çîrok jî bira bimîne careke din), û wek mala
Ehmed û Zerîfe, wek mala Mizaferê Evdil Semed, wek mala Evdil Helîmê Xerzî, wek
mala Qutbê Zeman “yê ku limêj û rojîya wî bi serê wî bû”, yanî mala Xoce Evdil
Hemid û eger ku em kin bibirin, wek mala Dengbêjê navdar; Qulingê Xerab Bacarê
Xerza, ango Salihê Qubînî û gelek Mal û Malbatên din, ew jî, yanî Jêhat û
malbata xwe jî, li Êlihê, yanî li Batmanê bi cî dibin.
Û îcar çawa ku xelkên gunda
ji ber netîca polîtîkaya dewletê, ji gunda ber bi bacaran ve koç dikirin û
dîsan ji ber wê netîca, yanî ji ber eynî polîtîkayê û wisan jî hin xelkên
bacarên kurdan jî, ber bi bajarên rojava ve koç dikirin, bo nimûne, bo bajarên
wek: Edenê, Mêrsînê, Îzmîrê, Antalya, Sitembolê û hwd. Û dîsan yên ku bi
şiklekî bikarîbûna, çi ji bajarên kurda û çi jî ji yên tirkan (ji dervayî yên
ku bi rêya dewletê û yên ku ew ji alîyê hekîman ve, mesela ji alîyê hekîmên
almana ve ku ew dihatin kontrol kirin, weke ku mirov “heywana” kontrol bike û
ew dihatin hilbijartin û hêja dihatin şandin), wan dev ji welatê xwe yê wek cinet
berdida û ew jî bo barîkî nan, ji xwe re ber bi Ewrûpa ve an jî ber bi dewletên
ereban ve,yan jî bi kurtî ew li dinyayê belav dibûn û diçûn.
Belê, sal zû derbas dibûn û Jêhat
jî ji xwe re li Batmanê di aşxanekê de kar peyda dikir û wî li wir dest bi
xebatê dikir. Îcar Jêhat bi wê xweş sohbeta xwe, ew ji xwe re zû hevala çêdike
û ew di zemanê xwe yê vala de, yanî di zemanê piştî kar de, ew û wan hevalên xwe,
ew rojê ji xwe re li cem mala yekî dicivin û ji xwe re; ji şoreşa Mele
Mistefayê nemir ya başûrê welat bigre û hata Apocîyan, Apocî yanî ew grûpa ku di
bin serokatîya Abdullah Öcalan´de (APO) yan jî, wê demê ji wan re; Şoreşgerên
Kurdistan jî digotin û yên ku pêşî Hilwan, Sêwrek û Batman di seri de, li
bakurê Kurdistan û dîsan yên ku di destpêka salên 1970yî de û yên ku xwe zû birêxistin
dikirin, û dîsa yên ku berîya ku ew P.K.Kê di sala 1977 de îlan bikin.
Û herweha, Jêhat û ew hevalên
xwe, li ser tevgêrên din jî, yên wek; K.U.K., Kawa. Rizgarî, D.D.K.D û yên din,
li gorî zanebûna xwe, ji xwe re li ser kar û xebata wan rêxistinên kurdan, yên
şorêşger nîqaş û sohbet dikirin.
Îcar, eger ku mirov hin hevalên
wî deyne alîkî (Ji ber ku heval pir in, pir bûn, yanî mirov nikare behsa gişa
bike û li vê derê ne cî û ne jî zeman têrê dike.) û pir zû zû, ango li bayê
bezê û hema bi tenê û piçekî behsa çend heb ji wan hevalên wî bike.
Mesela, bo nimûne; yên wek
Miheme Can, û yê ku wextê ku dawetek li cîkî hebûna, ew roj ew nexweş bû, yanî
ew roj ew nediçû kar. Lê êvarê, yanî piştî kar, wê gava ku ew, yanî hevalên wî ji
kar diçûn malê û carina bi tesadif, ew leqay wê daweta, ku Miheme Can wek
govendgêr û di serê govendê de û yê ku dismalên kesk û sor û zer di destê wê de
bûn rast dihatin û ecêbmayî, wan bi çavên serê xwe didîtin ku bê çawa Miheme
Canê ”nexweş” ji zirnevan, an jî ji ew mirtibên ku li muzîkê dixistin re, çawa çavan
dişkîne; yanî bi wê çavşikandinê wî dixwst ku ew ji wan mirtiban re bibêje; ew meqamê
ku ew hê xweştir li berê dikare bileyîze, bireqise, ji bo ku ew ji wî re wî
meqamî lêxin, ji wan dixwaze, da ku ew hîn baştir xwe li berê bihejîne û yanî
qaşo kur malê nexweş bû.
Yan jî Ebedîn hoste, yê ku ji
heftîyekê pê ve tu tehemula wî tune bû, ku wî bikarîbûna lî aşxanekê kar bikrana,
yanî piştî demeke kin wî dev ji kar berdida û îcar ew ji xwe re li cîkî din li kar
digerîya, lê belê dîtina kar hertim ne werê rehet bû. Û li vê derê em ê ne
behsa çîroka karê wî, yê li Sitenbolê bikin û ne jî behsa terka wî ya welat (terkî
weten). Yan jî qala zemanê wî yê li Almanya û yê ku li wê derê hew tune bû ku
weke nêrîyê Qeletê lê bê.
Yekî din, yanî mesela Evdil
Helîmê Xerzî, yê ku vê dawîyê ew di karê aşxane vekirinê de, hema bêje bibû weke
wî seyahê binavûdeng Ewlîya Çelebî. Yanî her roj li cîkî û hew tune bû ku êdî ew
aşxanên seyar veke. Îcar pir bi kurtî, wî camêrî, yanî Evdil Helîmê Xerzî,
Aslanê pismamê wî û hin mirovên wî yên din,
rojekê li Batmanê, heftîya din li Sêrtê, mehik din li Misircê (Kûrtalan),
lo nizanim salekê din li Sitembolê û dîsan çendakî bi şûn de li Bismil, lo niza
rojeke din li ew welatên pişt Çîyayên Qaf û dîsa piştî demekê li başûrê
Kurdistan û herweha lîsta wan aşxanên ku wî vedikir, digirt û difrot, dikare
pir dûdirêj bibe…
Û dîsan eger ku mirov Afletûn
Xoce, yê ku Hecî Heyran hem ji bo wî digot: haza Afletûn wê, yanî evîya weke
Afletûn e û hem jî ji bo wî çîroka çêleka zer digot, ku wilo li bayê bezê mirov
wî camêrî jî zikir bike.
Û Namiqê birê Mizaferê Evdil
Semed, yê ku ji pêş ve porê wî diket ser çavên wî û hema bêje çavên wî xuya
nedikirn û dîsan yê ku wexta ku wî radihişt tepsîya xwarinê da ku ew wê bibe
cîyekî, îcar ew tepsîya xwarinê li ser destekî wî û wî destê xwe yê din jî
dikir wek baskê qertelê, wê gava ku wî xwe li qozîka cadê dizîvirand, xwe li ba
dikir.
Û Osmanê Seyranê, yê ku ji
ber ku navê pîreka wî Seyranê bû, îcar xelkê tev ji re digotin Osmanê Seyranê, yanî
ew (navê Seyranê) ji re bibû wek paşnav û dîsan yê ku di wî warê, ku bê ka mirov
dê çawa bikaribe xwedîyê deyna destvala paşve bişîne, yanî di wan meselên welê
de, di wê hostetîyê de, tu kesî nigê xwe li nigî wî nedixist. Mesela, bo
nimûne, wî ji xwedîyê deynan re û li gorî demê bersîvnî di cî de û minasib dida.
Yanî wexta ku biharê deyndar dihatin balê û deynê xwe jê dixwestin, hingê, piştî
xêrhatinekê, bi zimanekî pir xweş û îkram kirina xwarin û çayê, wî ji wan re
digot: birayê delal û mihterem, me zad çandîye û hema Xwedê bêje herî, gava ku
bîçer têkevin nav zad, perê we di berîka we de ye.
Lê wexta ku havîn dihat, vê
carê wî ji deyndaran re dîsa bi zimanekî pir xweş, lê hinekî jî bi kelogirî
digot: Xwedê xezeba xwe li qumbil bike, ew qumbilê pîsê heram tiştek di zad de
nehişt û hwd. Lê belê wî pêve dikir û zû zû ji wan re digot: qet merq nekin, me
şebeş çandî ne, hema Xwedê bê herê, bi qamyona ewil re perê we di berîka we de
ye.
Lo îcar wî şebeşa diçan û wan
jî gezo lê dixist û vê carê jî tûtin, pembo û zegerek … Îcar ew ên ku li jorê
hatin behs kirin, ew manewrayên wî yên di warê çandinî, zîraetê de bûn û ew yek
qet û qet nayê wê manê ku tu plan û porjên wî yên din jî tune bûn…
Û camêrekî din, yanî Varto
(Mihemd Emîn), yê ku ew ji ber zelzela, erdheja Varto koç kiribû û ji ber wê yekê
jî xelkê navê wî danîbû Varto. Û yê ku Ehmedê Edenî (Adanali Ahmet), ji Hz
Mihemmed bêtir nas dikir û dîsa yê ku wexta ku pîreka wî rehmet kiribû û hîn li
ser mezela û wan hê wê baş binax nekiribûn, yanî hê wan rehmetîyê baş
veneşartbû, ango ew hîn li ser tirban bûn, wî behsa, doza jinek nû dikir.
Û gelek hevalên wî yên din û
yên ku, yan wan li aşxana kar dikirin û yan jî ew xwedî aşxane bûn û yên ku bi
tenê çend heb ji wan û pir bi kurtî, li jorê hate behs kirin. Yanî hema werê bi
çend gotina û ji bo ku qet nebe, ew neyên jibîrkirin.
Û di vê navberê de, eger ku
em xwe di ser wê çîroka Eskero, yanî Efîfê kurê Seydayê hêja Mele Mîrze û Mele
Elî de qevz bikin, ango ew mesela ku pêşî Eskero ji Mele Elî re dibêje: Seyda ez
ê herim metbexê hinik zebze hazir bikim! Û di dû re jî… Mele Elî ji Eskero re
dibêje: Ez sed carî ji te re dibêjim dev ji wî tebîetê xwe yê pîs berde, hema
lêxe ferqa me ji hevûdu tune!
Belê, eger ku em dîsan li
mesela xwe vegerin, yanî piştî wan nîqaşên welatparêzî û piçekî jî li gorî xwe
polîtîk. Lê di wê navberê de carinan Jêhat, ji wan hevalên xwe re, yên ku mirov
dikaribû bibêje wî nû ji xwe re peyde kiribû, behsa zaroktîya xwe, mekteba xwe û
heta eskerîya xwe û serpêhatîyên xwe yên din û hwd dikir.
Mesela, ew serpêhatîya wî, ya
ku wî ji dêlva keviran re, kartolê kelandî, an jî kartolên di bin agir de
qemirandî û yên ku wî ew di nava potikan de girêdida û ew diavête kûçkikên
gundîya. Û îcar wextê ku ew kûçikên
reben bazdidan û wê patata germ gez dikirin û îcar bê wan çawa pêre pêre devê
xwe ber bi hewa ve dikir û dibû kaze kaza wan!
Yan jî ew çîroka hevalê wî ya
Şêx, yanî her çiqasî ku navê wî Şêx jî bû û bi rastî jî Şêx bû, yanî ji Şêxên
Mala Mûbê bû. Lê belê mirov nikaribû îdîa bikra û bigota ku limêj û rojîya wî
bi serê wî bû, yanî weke ya hevalê wî Jêhat, yê ku bi qasî; bê çawa sporcîkî
milî ku çawa li kulturfîzîk, jîmnastîka û temrîna xwe miqate bû, ew, yanî Jêhat
jî ewqasî li limêj û rojîya xwe miqate bû. Lê ew yek, dibe ku û her û hal ji
tirsa ew gunehên ku wî kiribû, yan jî, wî digot qey ku wî pir guneh kirine, ji
ber ku û eger ku bi rastî jî tiştekî wisa hebûna jî, yanî ew mesela dinya
wîyalî, yanî ezab û êşkence û hwd. Îcar wê gavê, di serî de divê ku ne ew, yanî
Jêhat, lê belê ew qatîlên, ew mêrkujên, an jî bi gotinek hîn rasttir; ew komkujên
Xwedênenas, yên ku hem ji Xwedê û hem jî ji mirovahîyê dûr in, divê ku ew ji
xwe bitirsin…
Îcar, bê hey malik ava, ka te
rebenê Xwedê çi kiriye! Ji xwe tu bêşik cinetî yî! Yanî ma qey ew gotinên destbirakê
te Şêx jî nayên bîra te! Yanî, yê ku ji te re digot: hema te çi guneh kir bira
ew tev di stuyê min de bin…
Lê belê wilo xuya ye, gava ku
ji alîyê pîskolojîk ve tişt di serê însana de bi cî dibin, îcar derxistina wan
bîrûbawerîyan, wan tirsan ji serê însanan ne wisa rehet e û ew dikare zemanekî
dûr û dirêj bigre û belkî jî bi nivşan…
Eger ku mirov pir zêde dûdirêj
neke, yanî ji bo ku Jêhat li dinya wîyalî zêde qaşo êşkence nebîne, wî ji bo limêja
xwe super dîqet dikir, yanî ew yek ne ji kêfa re, lê belê ji tirsa êşkencê bû.
Îcar, eger ku wî jî weke ku
mêrikê tirk, yê ku di derheqê limêjê de digot: eger ku Xwedê hebe ji bo wî ye,
yan na; hema bira ew, yanî limêj; jîmnastîk be (antireman be), bikrana, an jî
wisa bigota, belkî mirov hinkî wî fêm bikra. Lê belê wî û bi îhtîmalek pir
mezin ji tirsa îşkecê re ew îbadet dikir.
Lê hevalê Jêhat yê herî nêzî
wî, yanî Şêx, heta mirov dikaribû bigota ku qaşo ew sosyalîst jî bû, ji ber ku
ew, bo nimûne ji bo ku ew bikarîbûna cejna karker û xebatkaren, yanî yekê gulanê
pîroz bike, ew derketibû operasyona îşlikê, gumlekê SOR, yanî bi gotinek din,
şêx li îşlikê sor digerîya, ji bo ku ew wî îşlikî li xwe ke û pê here Bedlîsê û
li wê derê yekê gulanê pîroz bike, ji ber ku wê wextê Batman jî di nav ew cîyên
ku qaşo rewşa awarte (sıkı yünetim) lê hebû. Yanî weke ku ji roja qaşo ew komar
ava bibû û vir ve, ew ne rewşa awarte bû…
Lê belê Şêx jî nagihêşte
mexsed û miradê xwe, ji ber ku bi rê de, cendirmên dewleta tirk wî û mirovekî din
yê hêja Mihemed Şêrînê Tilmercî, li ser pira Bayqanê û bi ”aletê sûç ve” yanî
wan bi îşlikên sor ve digrin û îcar ew jî bi sere xwe çîrokek din e.
Û dîsa, eger ku mirov çîroka
Jêhat, ya wexta ku ew vê dawîyê çûbû hecê, ne hesibîne, yanî wê wexta ku ew li
ser Girê Erefê (Seydayê Mele Evdle, yanî Mele Evdilayê Xerzî, navekî din li wî
girî dikir û digot: Girê .. Lê ne ji bo
ku wî antî propoganda dîn dikir û belkî jî rastîyek tanî ziman. Îcar her û hal
ji ber ku xelk yan jî bi gotinek hê rasttir, hingî ku namzed, berendamên ku
dixwestin bibin hecî û li ser wê rêya hecê, yanî hingê ku ew li ser Girê Erefê
diciviyan û qedemge, destavxane, abdestxane, an jî tiwalet têra wan rebena nedikirin
û ji ber wê yekê jî, ewder dihat wî halî), ji jinika îranî re dibêje tu jî li
ser, kulû bi eşqedê; yanî tu jî ji ser tev bi çiqasî ye. Îcar qaşo kur çûye û ku
ew xwe ji gunehên xwe daweşîne, weke ku Xwedê wî nedidît.
Û dîsa, eger ku îcraeta mirov
ew be, wê gavê divê ku mirov bîla sebeb wan perê xwe, ji devê zarûkên xwe nebe û li wan col û kerbelaya wisa
xerç neke, ji ber ku eger ku mirov her sal jî here, ne pere têrê dike û ne jî
gunehên mirov efû dibin û dîsa, ji ber ku zarokên mirov miqedestir in û gunehê
wan nayê efû kirin!
Îcar û pir bi kurtî gelek
çîrok û serpêhatîyên Jêhat hene, lê belê li vê derê em ê bi tenê behsa yek ji
wan çîrokên wî bikin û ew jî pir bi kurtî, ango em ê wê çîroka, wê mesela ew şalê
Jêhat yê nû binivisînin.
Belê, wexta ku rojekê ji
rojan kekê Jêhat, yanî birayê wî yê mezin û yê ku jê re bavê Serdar jî digotin,
diçe bacêr û bacarê nêzî wan jî, an Farqîn an jî Êlih, yanî Batman bû. Îcar li
gorî rewşê, carinan ew diçû Farqînê û carinan jî ew diçû Batmanê, ji bo kirîna lazmatîyên,
pêwîstîyên malê û wexta ku carek ji caran ew, yanî kekê Jêhat dîsa diçe Farqînê
û li wê derê, piştî kirîna lazmatîyên malê, ew ji Jêhat re jî şalekî, pantorekî
nû dikire.
Û mexseda kirîna wî şalî, bi
tikîtenê ji bo ku Jêhat wî şalî li xwe ke û bi wî here mektebê, yan jî di rojên
cejna de, bo nimûne, mesela di roja Newrozê de ew wî şalî li xwe ke! Û bêşik bi
wê yekê pir kêfa Jêhat tê û gelek kêfxweş dibe.
Belê, li vê derê divê ku em bi
çend gotina be jî, hinekî behsa kekê Jêhat jî bikin. Kekê Jêhat yanî bavê Serdar,
ew hîn di salên 1960 de, ji gund yan jî ji Batmanê dida rê û diçû hetanî
Dêrsimê û hin bacarên din, ji bo ku ew tevlî mitîngên D.D.K.O. yê bibûna. Yanî
kekê Jêhat hê di wê demê de, mirovekî bîrbir û welatparêz bû, yanî ew li wan
derûdora werê dihat naskirin.
Û weke ku tê zanîn, di wê
demê de, yanî di destpêka salên 1960 de, kurdan di bin navê komelên weke D.D.K.O.
yê de, li hin bacarên bakurê Kurdistanê mitîngan li dar dixistin û hin sloganan,
şîyaran derdixistin pêş. Mesela yek ji wan şîyaran wanî bû: “Davamız kürtçülük
bülücülük davası değil, davamız doğunun kalkınmasi davasıdir”. Yanî kurdîya wê
şîyarê: “Dawa me ne cudaxwazî ye, dawa me, dawa pêşveçûna rojhilat û başûrê rojhilatê
welat e”.
Îcar kurdan, piştî komara ku di
sala 1923an de û ya ku tirkan bi alîkarîya kurdan ew eva kir û di dû re jî wan,
yanî tirkan bi kurdan re bêbextî kirin û gotin: yek milet, yek al û yek ziman û
hwd. Û di dû wê bêbextîyê re, kurdan jî, (her çiqas rola provokasyonên dewletê
di wan serhildanan û îsyanan de pir be jî), li hember wê nijadperestîya û
îxaneta tirkan serîhildan û di dû wan raperînan de jî, dewleta tirk ya nû ew raperîn,
bi qatlîamên hovane û bi talanan ew pêşwazî kirin û ew kurdên din jî, yanî ew kurdên
ku ji wan qetlîaman xelas bibûn jî, wan ew jî mecbûrî koçkirina ji welatê wan
kirin, yanî, wan ew ji Kurdistanê ber bi alî rojava ve û bi gotinek din, kurdan
li bacarên ku tirk li pir bûn belavkirin. Yanî bi kurtî siyaseta, polîtîkaya
înkar û îmhayê ya ku ji dema Osmanîyan ve dest pê kirbû, lê vê carê hîn bi
awayekî kambaxtir, hovane û bêbext û sîstematîk berdewam kir
Piştî wan kiryarên pir xerab,
yanî wan qetlîamên ku li jorê û pir bi kurtî hatin destnîşan kirin û dîsa piştî
bêdengîyek dûr û dirêj, yanî kurd jî bi şiklekî mecbûr man û zêde tu alternativê
wan jî tune bûn û belkî jî bi tenê dikarîbûn bi hin daxwazên weke; demokrasî, azadî,
pêşveçûna rojhilat, ango (Kurdistan) û hwd, dengê xwe derxistana. Û ji alîyekî
din ve, belkî jî ji bo ku ew çavên tirkan jî zêde netirsînin, ew bi gotinên
nerm û hêdî hêdî derdiketin meydanê. Yani, piştî wan komkujîyên zalim, pir
zeman derbas bû, heta ku ronakbîrên, entelektuelên kurd dikaribûn ji nû ve dest
bi têkoşînê bikin…
Îcar her çiqas, ew şîarên,
sloganên weke: “pêşketina rojhilat û hwd” ber bi pêş ve dihatin derxistin jî,
lê bêguman, ew taktîkeke ronakbîrên kurdan bû, ya ku ji bo ku wan bikarîbûna
piçekî rehet manewra bikrana. Û dîsa dawe û doz, bêşik ya welatê kurdan; yanî ew
doza Kurdistan bû!
Belê, gelî (guhdaran)
xwendevan, hew tune bû ku me ew mesela, yanî wê çîroka şalê Jêhat yê nû û yê ku
kekê wî jê re ji bajêr kiribû û dîsa yê ku ew li ber dilê wî pir şêrîn û bi
qîmet bû, jibîr bikrana.
Îcar Jêhat, ew şalê ku kekê
wî jê re, niza bê bi çend baqnota kiribû û ew baqnotên ku gera wan, çapa wan ji
ya sênîyekê, lengerîyekê mezintir û dîsa yên ku li ber dilê kekê wî, belkî jî ji
dollaran jî biqîmttir bûn. Yanî ne ew baqnotê ku vê dawiyê qîmeta wan hatibû
pênc pera! Ew li alîkî û ji xwe cend sal şûnde, dewleta tirk milyonên xwe jî, yanî
ne yek, ne didu, ne sisê, lê belê tam şeş heb sifir ji wan perên xwe rakirin,
yanî milyonek bibû baqnotek û êdî demek hatibû, ango ji bo ku mirov bikarîbûna
perê tirkan bi perên hin welatên din re biguherta, hingê, belkî jî pêwîstî bi
şêwirmendekî, yê ku di ware matamatîkê de gelek jêhatî û şareza bû hebûna. Yan jî
bi gotinek din, mirov belkî dikare
bibêje ku pirofesorekî matamatîkê ji bo hesab kirina wan pera lazim bû.
Yanî, êdî hesab kirina wan
milyonan û wan milyaran, li hemberî perên welatên din, alîyê wan yê komîk li
alîkî, yanî, ji nav hesabkirina wan derketin, heqîqeten jî ne karê her kesî bû!
Îcar wan baqnotên biqimet,
yên zemanê berê li vê derê mewzû baîs in! Û ne xasim jî, ku ew baqnot yê kekê Jêhat
bûna. Wê gavê qîmeta her baqnotekî pir rehet dikarîbû bibûna not û neh, li
hemberî yên xelkê!
Îcar Jêhat, ne tenê ji ber wê
yekê, lê belê herweha ji ber gelek sedemên din jî diva bû ku ew weke herdu
çavên xwe li wî şalî miqate bûna. Mesela, diva bû ku Jêhat wî şalî, bi tenê û wextê
ku ew biçûna mektebê, di rojên cejn, îd, yan jî di şahîyekê de, yan jî di dawetekê
de û rojên welê, wî dikaribû ew şalî bikar bianîna. Yanî, ne werê hema wextê ku
canê wî bixwestana, wî dikaribû ew şal li xwe bikrana!
Lê rojek ji rojan, Jêhatê gewr
û enerjîk û bêsebir, bêyî ku cejn, dawet, şahî yan jî mekteb hebe, ew radibe û
wî şalê xwe, bi dizî li xwe dike û piçekî jî zû zû ji mal derdikeve, ji bo ku
tu kes wê nebîne û derdikeve diçe derva nava zaroka.
Îcar her û hal û bi îhtîmalek
super mezin, ji bo ku Jêhat pê, yanî bi wî şalê xwe yê nû here nav zarokan û li
cem hevalên xwe û piçekî jî hewa xwe bavêje wan, yanî xwe li cem wan hinekî
qure bike. Belê, Jêhat li ba zarokan, ew şalî xwe yê nû şanî wan dide û bi wî
şalê xwe yê nû, ew xwe qure dike, yanî bi gotinek din şûr simbêlên wî nabire û ew
xwe li nav zarokan tux dike, lê belê bêyî ku haya wî ji bayê felekê hebe, ku bê
ew ê qasek şûnde çi bibe, an jî hê rasttir bê ew ê çi sosret! Were serê wî.
Belê, Jêhat di nava zarokan
de û ew di rola sereke de û piştî ku ew û zarok ji xwe re têr dilîzin û tev bi
hev re diçin ser rê, ser cadê, ew rêya ku ji Farqînê dihat û di gundê wan re
derbas dibû û diçû Batmanê. Ew cada ku asfalt kirî, lê belê li gelek cîya
asfalta rê xera bibû û cî bi cî jî, ew rê tev kert û kort bibû û ew kert û kort
tev bi zuxrikan û bi kevirkên hûrik û xîçik tije bibû.
Û Jêhat, yê ku li ser wê rêya,
ku bi tenê pênc-şeş kîlometre ji Pira Mala Badê dûr bû, di nava orta koma
zarokan de û ew ji wan re meydan dixwîne û ji wan re dibêje: haydê werin em bibezin,
bazbidin, bê ka kî dikeve pêşîya kê, yanî, bê ka ji me teva kî pir beza ye!
Û tev bi hev re li ser wê
rêya ku tev kert û kort û bi xîçik bû, dest bi bazdanê dikin. Û ji Jêhat tirê
ku ew di beza sed metreyî de ye û heta ku ji wî tê ew bi temamê hêza xwe bazdide
û ew dikeve pêşîya temamê wan zarokên hevalên xwe.
Lê belê piştî sî an jî çil
metrî, nigê Jêhat li zuxrikekî dikeve û ew dilikume û ew pêre pêre şûşî erdê
dibe û ew li ser dest û çokên xwe dikeve xwarê. Lê tevlî wê ketina kambax û xerab
jî, ya ku ew li ser dest û çokan û disa ya ku êşa wê û bi taybetî jî jana çoka
wî, ku dida hete kezeba wî jî, lê dîsa jî Jêhat wê yekê zêde li xwe danayne û
naxwaze ku pir li erdê bimîne, yanî ew nazwaze ku sedik erd bigre, ´sed´ik erd
girtin´, li zora wî diçe û ji ber wê yekê jî ew zû zû ji erdê radibe ser xwe,
da ku ew dîsa bi zarokan re bibeze.
Lê belê çawa ew radibe ser
xwe, çavên wî bi çoka wî û pêre jî bi şalê wî dikeve! Îcar bavo birawo ew çi
bibîne! Jêhatê birîndar û hejar, dinêre ku wa ew şalê nû û yê ku bi tenê, ew ji
bo dibistan û rojên cejn û hwd bû, û yê ku bi tenê wî dikaribû ewî di wan rojan
de wî şalî li xwe ke, ku bê çawa, bi qasî bihustekê û ji çokê û berjêr çiriya
ye, qetîya ye! Îcar ew çermê çoka wî, yê ku pêre, yanî bi şal re şiridîye xwarê
û xwîn û êş ji xwe nayê bîra wî. Ew çawa be, ew ê bi şiklekî rehet bibe, baş
bibe, lê şal…!
Û her tişt li alîkî, îcar Jêhat
difikire ku bê ew ê çewa, bi çi rûyî û bi kîjan cesaretî ew ê bikaribe here malê.
Ji bo wî, belkî jî roja herî reş, di jîyana wî de, heta wê gavê, ew roj bû. Îcar
li ser wê yekê, ew pir difikire, bê ka ew ê piştî wî “sûcê” giran, çawa bike, bê
ew ê bikaribe bi kurde here!
Firar bike, wek Ebedîn terkî
weten bibe, yanî terkî welat bibe, çi bike?
Û bi wan fikirên ne zêde rohnî
û bê hêvî, ew ji xwe re vir de û wir de li wandera diçe û tê, heta ku tarî
dikeve erdê.
Îcar wexta ku tarî dikeve
erdê, yanî dibe êvar, wê gavê Jêhat, tevî her tiştî, yanî ew her tiştî dide ber
çavên xwe û diçe malê. Û li malê, ew dinêre ku wa civat gerîyaye û rê û rêwanî ji
mêvanan, an jî ji cîranên ku hatibûn ji bo şebêrkê, di odê de nema ye û Jêhat
dinêre ku bê çawa di serî de kekê wî û maliyên din, bê çawa ew ji xwe re ketine
sohbetê. Û hema ew ji, yanî Jêhat jî, bêyî ku ew zêde bala tu kesî bikşîne ser
xwe, hema ew jî ji xwe re cîyekî li nav şekala, yanî li nav qabqabik û şimikan
çêdike û ew ji xwe re li wê derê û li ser çokan, lê bi şiklekî werê, ku ew cîyê
qetiyayî yê şalê wî neyê xuya kirin û ew ji xwe re bê deng li wirê rûdinê.
Lê qederekî bi şûnde, wê
bêdengîya Jêhat, bala kekê wî û malîyên din dikşîne û ew jê re dibêjin: êra Jêhat,
her roj tebat bi te nediket û tu nikaribû li cîyê xwe rehet bisekinya, lê işev
tu werê bûyî weke milyaketa û tu wilo ji xwe re li nav wan şekala rûniştî yî, û
te ewder ji xwe re kiriya mesken û tu wilo li wir henûn henûn û bêdengî û ew jê
dipirsin, ma gelo te xêr e, qey derdekî te heye? Lê Jêhat, yê ku ew jî ji
xeberdanê re têra xwe hebû, yanî kêm însana dikaribû di wî warî de nigê xwe li
nigê wî xe, lê belê vê carê ”felek pê re xayîn ketibû” û ji tirsa re, dilê wî
dikire kute kut û ew bi dengekî piçekî jî zenûn û melûl, ji wan re dibêj: na, tu
derdê min tune û ez ji xwe re li sohbeta we guhdarî dikim!
Lê çawa dibe dibe û hema bi
carekê çavên kekê wî pê dikeve, ku Jêhatê gewr, ew şalê xwe yê nû li xwe
kiriye. Û kekê wî tevlî ku mêvan jî di odê de amade bûn, piçekî jî xwe eciz
dike, yanî ku ne ji bo xatirê cimaetê bûna… Û jê re dibêje: kurooo! Ma me ji te
re negot, ku ew şal ne yê ku mirov her roj wî li xwe bike, de rabe û zû û hê ku
çavên te ziwa ye, wî ji xwe ke! Lê belê piştî ku Jêhat, her çiqas ku ew hewil
dide, da ku û ji bo ku, ew wî cîyê şalê qetandi, çirandî ji wan veşêre, ji bo
ku ew wî cîyê çirandî nebînin, lê wexta ku ew xwe hinekî dilibitîne û hema bi carekê
kekê wî û maliyên din çavên wan bi wî cîyê qetandî dikeve, yanî ew bi çavên
serê xwe dibînin, ku bê Jêhat, di zemanekî ewqs kin de, bê wî ew şalê xwe yê nipînû
û dîsa, yê ku bi tenê ew ji bo cejna û bû, bê wî çawa wek gurê har, wî ew wisa parçe
parçe kiriye û ew qetandiye!
Belê, îcar em dawîya vê
nivîsê, vê çîrokê (ger ji sedî sed ne gotinên wî bin jî), lê dîsa jî hema bêje,
bi gotinên Jêhat dawî lê bînin û biqedînin.
Jêhat: wexta ku kekê min û
malîyên din dîtin ku bê min ew şalê nipînû û yê ku ew bi wan baqnotên ku teqla
wan gelek giran û yê ku bi tenê min dikaribû ewî ji bo mektebê û ji bo rojên
cejn û şahîya li xwe bikrana û yê ku kekê min ji min re nû kirîbû û ku, bê min çawa
ew şalê delal, di du rojan de, û dîsa, bê min çawa wek gura wî wisa çirandi bû û
wisa wî parçe parçe kiribû.
Îcar ez serê we neêşînim, di
serîde kekê min, yanî kekê min li pêş û malîyên din tev li dû wî û hinekî jî,
yan jî herî pir jî, ji kerba wan baqnotan û ji kehra şalê qetîyay, îcar ji xwe
tu tiştî nikaribû xwe li ber wê hêza, wê xezeba ku ketibû dilê wî û wan bigirta
û bisekinya...
Û hema ji nişka ve û teva bi
hev reêrîşî, hucûmî min kirin û îcar çi ket destê kê, wan ew, weke ku mirov wî bavêje
bavkuştîyê xwe, bavêje dijminên xwe, wan bi xezebek wilo ew diavêtin min, di
weşandin min. Tew, hew tune bû ku, ew mêvanên ku hatibûn ji bo şebêrkê jî ku ew
di nav dest û pîyan de biçûna. Yanî di wê lînçê de, dê weledê xwe diavêt! Wan tiştekî
wilo ecêb anîn serê min, yanî eger ku mirov cilikên mizgeftan jî dizibûna,
belkî tiştekî wanî nehata serê mirov. Yanî, teqe reqa qabqabika û fîze fîza şimikan
li hewa, weke tavan û teyroka biharê bû û dîsa ew weke şingîna wan birûskên
biharê bû û yên ku di dû wê şingînîyê de gurmînek, ku erd û asîman dihejand,
yanî mirov dikare xofa wî dengî tesewîr bike! Îcar weke ku kurd dibêjin: dîtin
û gotin nabe yek. Yasitar, yanî te digot qey ez di şerê man û nemanê de bûm û
eger ku li ser serê min ne kafir dewran bû jî, lê hema bêje, ew ne tiştekî kêmî
wê bû.
Îcar, ev şidet û zilma ku ez
marûzî wê mam, yanî bi kurtî ew ´terora malbatê´ ya ku me qal kir, belkî jî ji
we re hinekî mibalaxe were, lê di wê atmosfera ku ez tê de, yanî ji alîkî ve
tirs û bi wê re jî ew ruhîyeta min ya pîskolojîk û ji alîyê din de jî, yanî bê
vir de û wir de, min îman bi Rebê Mûsa anî û got: êdî dawîya min hat! Îcar gelî
xwendevanan, ne zêde hema piçekî empatî.. Ji ber ku ji hawirdor ve êrîşî,
hucûmî min dihat kirin.
Îcar, hat e serê min, lê Xwedê
neyne serê tu kesî, min dît tu kes nebîne...
Lê dîsan jî di nav wê bêşansîyê
de, yan jî di wê kafistanîyê de, belkî jî mirov dikare bibêje ku dîsa jî şansê
min hebû. Yanî, ji ber ku mirov nikare, yan jî naxwaze bifikire, ji ber ku fikirandina
wê yekê jî pir tiştekî xerab e.Û mesela, ku ji dêlva wan qabqabik û şimikan ve;
tevir û bêr, yan jî kevir û tiştên wilo li wir bûna, nistûzibîllah, îcar wê
gavê her û hal ew ê parçê mezin bibana guhên min!...
Yanî pir bi kurtî, wan bi wê
hidet û şidet û wê xezeba xwe dixwestin ku min biricimînin, min lînç bikin...
Îcar, eger ku mirov vê meselê,
vê çîrokê pir zêde dûdirêj neke û bi kurtî, yan jî bi gotinek ku vêga bûye
´mode´ biqedîne, ango weke ku vêga nivîskarên kurd, an jî weke nivîskarên ku bi
kurmancî dinivisînin dibêjiin¸yanî: kurt kurmancî û Jêhatê jêhatî wanî dewî li
vê çîroka xwe tanî : Belê, gelî xwendevanên (hazir û guhdarên) hêja û delal,
yanî, xêr û xweşî li we û qabqabik û şimik li min barîn...!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar