tisdag 8 januari 2013


                                     Xêr û xweşî li we û qabqabik û şimik…

                                            
Hebû tune bû ji erd û asîman pê ve tiştek tune bû. Pişt re dinya tije benîadem bû…  
Carek ji caran rehme li dê û bavên hazir û guhdaran (xwendevanan), xeynî ji melûnên ber hêt û dîwaran!…


Wextê dinya dinya bû bacarê Hesenkêfê ava bû, teqe teqa hedad û sefaran bû…

Çol û çolistan, berî bersîtan, payîz çû ma zivistan û serê Jêhat (Mirze Miheme) ji nû ve ket e xax û paxên giran! Çîrok e, ne min dîtîye û ne jî hûn bawer bikin, em zêde serê we neêşînin...

Belê, bi navê Jêhat merivek hebû, vek ku ji navê wî jî tê fêm kirin, ew mirovekî jêhatî, zîrek, enerjîk û henekçîkî yeman û pir xweş xeber jî bû. Jêhat ji gundekî nêzî Êlihê, Batmanê bû û ji ber ku mekteb li gundê wan tune bû, îcar ji mecbûrî ew jî wek gelek zarokên din yên gund, her roj pênc, şeş kilometre rê dimeşiya û diçû dibistana gundê cîran.

Îcar her çiqas me got bi zaroktî jî, lê belê wextê ku Jêhat qala zaroktîya xwe, ya dibistanê dikir, hingê pîreka wî li hemberî wî derdiket û jê re digot: zaroktîya çi û halê çi? De (...) Jêhato tu weke xwey vêga bûy, wexta ku tu diçûyî dibistanê. Her çiqas ku Jêhat ew yek înkar dikir jî, lê dîsan jî wî pir newêrî bû ku ew zêde bi ser pîreka xwe de biçûna…

Û ew qelafetê Jêhat yê hinekî gir, wê bejna wî a piçekî bilind, ew simbêlên wî û îcar ew bi wê berbaneka reş ya ku lê û ew bi wê yakalika sipî ku di situyê wî de, ew tesewira wî dîmenê komîk, ku tê an jî ku ew were ber çavên mirov, îcar ew yek bêhemd dikaribû ku mirova bibişirîne, bikenîne. Wê çaxê unîformên mektebên destpêkê, yanî yên mekteba ewil ya ku zarok li bakurê welat pênc sala diçûnê  (ilk okûlên tirka), ew wilo bûn.  

Piştî pênc sal xwendina mektebê û çend sal şûnde jî zewac, mala Jêhat jî weke gelek gundîyên Kurdistanê, ji ber pir sedeman û axleb jî ji ber siyaseta dewletê, ya ku ji dêlva fabrîqe, karxane; wan qereqolên cendirman û hwd ava dikirin û piçekî jî ji ber nakokîyên navbera gundîyan, yên wek şerê li ser erdan û her wekî din, ewana jî, yanî mala Jêhat jî ji gund bar dikin û ew jî bo nimûne; wek mala Remoyê Sindisî, yê ku çîroka kerê Mala Hesenê digot (lê ew çîrok jî bira bimîne careke din), û wek mala Ehmed û Zerîfe, wek mala Mizaferê Evdil Semed, wek mala Evdil Helîmê Xerzî, wek mala Qutbê Zeman “yê ku limêj û rojîya wî bi serê wî bû”, yanî mala Xoce Evdil Hemid û eger ku em kin bibirin, wek mala Dengbêjê navdar; Qulingê Xerab Bacarê Xerza, ango Salihê Qubînî û gelek Mal û Malbatên din, ew jî, yanî Jêhat û malbata xwe jî, li Êlihê, yanî li Batmanê bi cî dibin.

Û îcar çawa ku xelkên gunda ji ber netîca polîtîkaya dewletê, ji gunda ber bi bacaran ve koç dikirin û dîsan ji ber wê netîca, yanî ji ber eynî polîtîkayê û wisan jî hin xelkên bacarên kurdan jî, ber bi bajarên rojava ve koç dikirin, bo nimûne, bo bajarên wek: Edenê, Mêrsînê, Îzmîrê, Antalya, Sitembolê û hwd. Û dîsan yên ku bi şiklekî bikarîbûna, çi ji bajarên kurda û çi jî ji yên tirkan (ji dervayî yên ku bi rêya dewletê û yên ku ew ji alîyê hekîman ve, mesela ji alîyê hekîmên almana ve ku ew dihatin kontrol kirin, weke ku mirov “heywana” kontrol bike û ew dihatin hilbijartin û hêja dihatin şandin), wan dev ji welatê xwe yê wek cinet berdida û ew jî bo barîkî nan, ji xwe re ber bi Ewrûpa ve an jî ber bi dewletên ereban ve,yan jî bi kurtî ew li dinyayê belav dibûn û diçûn.     

Belê, sal zû derbas dibûn û Jêhat jî ji xwe re li Batmanê di aşxanekê de kar peyda dikir û wî li wir dest bi xebatê dikir. Îcar Jêhat bi wê xweş sohbeta xwe, ew ji xwe re zû hevala çêdike û ew di zemanê xwe yê vala de, yanî di zemanê piştî kar de, ew û wan hevalên xwe, ew rojê ji xwe re li cem mala yekî dicivin û ji xwe re; ji şoreşa Mele Mistefayê nemir ya başûrê welat bigre û hata Apocîyan, Apocî yanî ew grûpa ku di bin serokatîya Abdullah Öcalan´de (APO) yan jî, wê demê ji wan re; Şoreşgerên Kurdistan jî digotin û yên ku pêşî Hilwan, Sêwrek û Batman di seri de, li bakurê Kurdistan û dîsan yên ku di destpêka salên 1970yî de û yên ku xwe zû birêxistin dikirin, û dîsa yên ku berîya ku ew P.K.Kê di sala 1977 de îlan bikin.

Û herweha, Jêhat û ew hevalên xwe, li ser tevgêrên din jî, yên wek; K.U.K., Kawa. Rizgarî, D.D.K.D û yên din, li gorî zanebûna xwe, ji xwe re li ser kar û xebata wan rêxistinên kurdan, yên şorêşger nîqaş û sohbet dikirin.

Îcar, eger ku mirov hin hevalên wî deyne alîkî (Ji ber ku heval pir in, pir bûn, yanî mirov nikare behsa gişa bike û li vê derê ne cî û ne jî zeman têrê dike.) û pir zû zû, ango li bayê bezê û hema bi tenê û piçekî behsa çend heb ji wan hevalên wî bike.

Mesela, bo nimûne; yên wek Miheme Can, û yê ku wextê ku dawetek li cîkî hebûna, ew roj ew nexweş bû, yanî ew roj ew nediçû kar. Lê êvarê, yanî piştî kar, wê gava ku ew, yanî hevalên wî ji kar diçûn malê û carina bi tesadif, ew leqay wê daweta, ku Miheme Can wek govendgêr û di serê govendê de û yê ku dismalên kesk û sor û zer di destê wê de bûn rast dihatin û ecêbmayî, wan bi çavên serê xwe didîtin ku bê çawa Miheme Canê ”nexweş” ji zirnevan, an jî ji ew mirtibên ku li muzîkê dixistin re, çawa çavan dişkîne; yanî bi wê çavşikandinê wî dixwst ku ew ji wan mirtiban re bibêje; ew meqamê ku ew hê xweştir li berê dikare bileyîze, bireqise, ji bo ku ew ji wî re wî meqamî lêxin, ji wan dixwaze, da ku ew hîn baştir xwe li berê bihejîne û yanî qaşo kur malê nexweş bû.

Yan jî Ebedîn hoste, yê ku ji heftîyekê pê ve tu tehemula wî tune bû, ku wî bikarîbûna lî aşxanekê kar bikrana, yanî piştî demeke kin wî dev ji kar berdida û îcar ew ji xwe re li cîkî din li kar digerîya, lê belê dîtina kar hertim ne werê rehet bû. Û li vê derê em ê ne behsa çîroka karê wî, yê li Sitenbolê bikin û ne jî behsa terka wî ya welat (terkî weten). Yan jî qala zemanê wî yê li Almanya û yê ku li wê derê hew tune bû ku weke nêrîyê Qeletê lê bê.  

Yekî din, yanî mesela Evdil Helîmê Xerzî, yê ku vê dawîyê ew di karê aşxane vekirinê de, hema bêje bibû weke wî seyahê binavûdeng Ewlîya Çelebî. Yanî her roj li cîkî û hew tune bû ku êdî ew aşxanên seyar veke. Îcar pir bi kurtî, wî camêrî, yanî Evdil Helîmê Xerzî, Aslanê pismamê wî û hin mirovên wî yên din,  rojekê li Batmanê, heftîya din li Sêrtê, mehik din li Misircê (Kûrtalan), lo nizanim salekê din li Sitembolê û dîsan çendakî bi şûn de li Bismil, lo niza rojeke din li ew welatên pişt Çîyayên Qaf û dîsa piştî demekê li başûrê Kurdistan û herweha lîsta wan aşxanên ku wî vedikir, digirt û difrot, dikare pir dûdirêj bibe…  

Û dîsan eger ku mirov Afletûn Xoce, yê ku Hecî Heyran hem ji bo wî digot: haza Afletûn wê, yanî evîya weke Afletûn e û hem jî ji bo wî çîroka çêleka zer digot, ku wilo li bayê bezê mirov wî camêrî jî zikir bike.  

Û Namiqê birê Mizaferê Evdil Semed, yê ku ji pêş ve porê wî diket ser çavên wî û hema bêje çavên wî xuya nedikirn û dîsan yê ku wexta ku wî radihişt tepsîya xwarinê da ku ew wê bibe cîyekî, îcar ew tepsîya xwarinê li ser destekî wî û wî destê xwe yê din jî dikir wek baskê qertelê, wê gava ku wî xwe li qozîka cadê dizîvirand, xwe li ba dikir.     

Û Osmanê Seyranê, yê ku ji ber ku navê pîreka wî Seyranê bû, îcar xelkê tev ji re digotin Osmanê Seyranê, yanî ew (navê Seyranê) ji re bibû wek paşnav û dîsan yê ku di wî warê, ku bê ka mirov dê çawa bikaribe xwedîyê deyna destvala paşve bişîne, yanî di wan meselên welê de, di wê hostetîyê de, tu kesî nigê xwe li nigî wî nedixist. Mesela, bo nimûne, wî ji xwedîyê deynan re û li gorî demê bersîvnî di cî de û minasib dida. Yanî wexta ku biharê deyndar dihatin balê û deynê xwe jê dixwestin, hingê, piştî xêrhatinekê, bi zimanekî pir xweş û îkram kirina xwarin û çayê, wî ji wan re digot: birayê delal û mihterem, me zad çandîye û hema Xwedê bêje herî, gava ku bîçer têkevin nav zad, perê we di berîka we de ye.

Lê wexta ku havîn dihat, vê carê wî ji deyndaran re dîsa bi zimanekî pir xweş, lê hinekî jî bi kelogirî digot: Xwedê xezeba xwe li qumbil bike, ew qumbilê pîsê heram tiştek di zad de nehişt û hwd. Lê belê wî pêve dikir û zû zû ji wan re digot: qet merq nekin, me şebeş çandî ne, hema Xwedê bê herê, bi qamyona ewil re perê we di berîka we de ye.

Lo îcar wî şebeşa diçan û wan jî gezo lê dixist û vê carê jî tûtin, pembo û zegerek … Îcar ew ên ku li jorê hatin behs kirin, ew manewrayên wî yên di warê çandinî, zîraetê de bûn û ew yek qet û qet nayê wê manê ku tu plan û porjên wî yên din jî tune bûn…

Û camêrekî din, yanî Varto (Mihemd Emîn), yê ku ew ji ber zelzela, erdheja Varto koç kiribû û ji ber wê yekê jî xelkê navê wî danîbû Varto. Û yê ku Ehmedê Edenî (Adanali Ahmet), ji Hz Mihemmed bêtir nas dikir û dîsa yê ku wexta ku pîreka wî rehmet kiribû û hîn li ser mezela û wan hê wê baş binax nekiribûn, yanî hê wan rehmetîyê baş veneşartbû, ango ew hîn li ser tirban bûn, wî behsa, doza jinek nû dikir.

Û gelek hevalên wî yên din û yên ku, yan wan li aşxana kar dikirin û yan jî ew xwedî aşxane bûn û yên ku bi tenê çend heb ji wan û pir bi kurtî, li jorê hate behs kirin. Yanî hema werê bi çend gotina û ji bo ku qet nebe, ew neyên jibîrkirin.  

Û di vê navberê de, eger ku em xwe di ser wê çîroka Eskero, yanî Efîfê kurê Seydayê hêja Mele Mîrze û Mele Elî de qevz bikin, ango ew mesela ku pêşî Eskero ji Mele Elî re dibêje: Seyda ez ê herim metbexê hinik zebze hazir bikim! Û di dû re jî… Mele Elî ji Eskero re dibêje: Ez sed carî ji te re dibêjim dev ji wî tebîetê xwe yê pîs berde, hema lêxe ferqa me ji hevûdu tune!   

Belê, eger ku em dîsan li mesela xwe vegerin, yanî piştî wan nîqaşên welatparêzî û piçekî jî li gorî xwe polîtîk. Lê di wê navberê de carinan Jêhat, ji wan hevalên xwe re, yên ku mirov dikaribû bibêje wî nû ji xwe re peyde kiribû, behsa zaroktîya xwe, mekteba xwe û heta eskerîya xwe û serpêhatîyên xwe yên din û hwd dikir.

Mesela, ew serpêhatîya wî, ya ku wî ji dêlva keviran re, kartolê kelandî, an jî kartolên di bin agir de qemirandî û yên ku wî ew di nava potikan de girêdida û ew diavête kûçkikên gundîya.  Û îcar wextê ku ew kûçikên reben bazdidan û wê patata germ gez dikirin û îcar bê wan çawa pêre pêre devê xwe ber bi hewa ve dikir û dibû kaze kaza wan!  

Yan jî ew çîroka hevalê wî ya Şêx, yanî her çiqasî ku navê wî Şêx jî bû û bi rastî jî Şêx bû, yanî ji Şêxên Mala Mûbê bû. Lê belê mirov nikaribû îdîa bikra û bigota ku limêj û rojîya wî bi serê wî bû, yanî weke ya hevalê wî Jêhat, yê ku bi qasî; bê çawa sporcîkî milî ku çawa li kulturfîzîk, jîmnastîka û temrîna xwe miqate bû, ew, yanî Jêhat jî ewqasî li limêj û rojîya xwe miqate bû. Lê ew yek, dibe ku û her û hal ji tirsa ew gunehên ku wî kiribû, yan jî, wî digot qey ku wî pir guneh kirine, ji ber ku û eger ku bi rastî jî tiştekî wisa hebûna jî, yanî ew mesela dinya wîyalî, yanî ezab û êşkence û hwd. Îcar wê gavê, di serî de divê ku ne ew, yanî Jêhat, lê belê ew qatîlên, ew mêrkujên, an jî bi gotinek hîn rasttir; ew komkujên Xwedênenas, yên ku hem ji Xwedê û hem jî ji mirovahîyê dûr in, divê ku ew ji xwe bitirsin…

Îcar, bê hey malik ava, ka te rebenê Xwedê çi kiriye! Ji xwe tu bêşik cinetî yî! Yanî ma qey ew gotinên destbirakê te Şêx jî nayên bîra te! Yanî, yê ku ji te re digot: hema te çi guneh kir bira ew tev di stuyê min de bin…

Lê belê wilo xuya ye, gava ku ji alîyê pîskolojîk ve tişt di serê însana de bi cî dibin, îcar derxistina wan bîrûbawerîyan, wan tirsan ji serê însanan ne wisa rehet e û ew dikare zemanekî dûr û dirêj bigre û belkî jî bi nivşan…

Eger ku mirov pir zêde dûdirêj neke, yanî ji bo ku Jêhat li dinya wîyalî zêde qaşo êşkence nebîne, wî ji bo limêja xwe super dîqet dikir, yanî ew yek ne ji kêfa re, lê belê ji tirsa êşkencê bû.

Îcar, eger ku wî jî weke ku mêrikê tirk, yê ku di derheqê limêjê de digot: eger ku Xwedê hebe ji bo wî ye, yan na; hema bira ew, yanî limêj; jîmnastîk be (antireman be), bikrana, an jî wisa bigota, belkî mirov hinkî wî fêm bikra. Lê belê wî û bi îhtîmalek pir mezin ji tirsa îşkecê re ew îbadet dikir.  

Lê hevalê Jêhat yê herî nêzî wî, yanî Şêx, heta mirov dikaribû bigota ku qaşo ew sosyalîst jî bû, ji ber ku ew, bo nimûne ji bo ku ew bikarîbûna cejna karker û xebatkaren, yanî yekê gulanê pîroz bike, ew derketibû operasyona îşlikê, gumlekê SOR, yanî bi gotinek din, şêx li îşlikê sor digerîya, ji bo ku ew wî îşlikî li xwe ke û pê here Bedlîsê û li wê derê yekê gulanê pîroz bike, ji ber ku wê wextê Batman jî di nav ew cîyên ku qaşo rewşa awarte (sıkı yünetim) lê hebû. Yanî weke ku ji roja qaşo ew komar ava bibû û vir ve, ew ne rewşa awarte bû…

Lê belê Şêx jî nagihêşte mexsed û miradê xwe, ji ber ku bi rê de, cendirmên dewleta tirk wî û mirovekî din yê hêja Mihemed Şêrînê Tilmercî, li ser pira Bayqanê û bi ”aletê sûç ve” yanî wan bi îşlikên sor ve digrin û îcar ew jî bi sere xwe çîrokek din e.

Û dîsa, eger ku mirov çîroka Jêhat, ya wexta ku ew vê dawîyê çûbû hecê, ne hesibîne, yanî wê wexta ku ew li ser Girê Erefê (Seydayê Mele Evdle, yanî Mele Evdilayê Xerzî, navekî din li wî girî dikir û digot: Girê ..  Lê ne ji bo ku wî antî propoganda dîn dikir û belkî jî rastîyek tanî ziman. Îcar her û hal ji ber ku xelk yan jî bi gotinek hê rasttir, hingî ku namzed, berendamên ku dixwestin bibin hecî û li ser wê rêya hecê, yanî hingê ku ew li ser Girê Erefê diciviyan û qedemge, destavxane, abdestxane, an jî tiwalet têra wan rebena nedikirin û ji ber wê yekê jî, ewder dihat wî halî), ji jinika îranî re dibêje tu jî li ser, kulû bi eşqedê; yanî tu jî ji ser tev bi çiqasî ye. Îcar qaşo kur çûye û ku ew xwe ji gunehên xwe daweşîne, weke ku Xwedê wî nedidît.

Û dîsa, eger ku îcraeta mirov ew be, wê gavê divê ku mirov bîla sebeb wan perê xwe, ji devê  zarûkên xwe nebe û li wan col û kerbelaya wisa xerç neke, ji ber ku eger ku mirov her sal jî here, ne pere têrê dike û ne jî gunehên mirov efû dibin û dîsa, ji ber ku zarokên mirov miqedestir in û gunehê wan nayê efû kirin!  

Îcar û pir bi kurtî gelek çîrok û serpêhatîyên Jêhat hene, lê belê li vê derê em ê bi tenê behsa yek ji wan çîrokên wî bikin û ew jî pir bi kurtî, ango em ê wê çîroka, wê mesela ew şalê Jêhat yê nû binivisînin.  

Belê, wexta ku rojekê ji rojan kekê Jêhat, yanî birayê wî yê mezin û yê ku jê re bavê Serdar jî digotin, diçe bacêr û bacarê nêzî wan jî, an Farqîn an jî Êlih, yanî Batman bû. Îcar li gorî rewşê, carinan ew diçû Farqînê û carinan jî ew diçû Batmanê, ji bo kirîna lazmatîyên, pêwîstîyên malê û wexta ku carek ji caran ew, yanî kekê Jêhat dîsa diçe Farqînê û li wê derê, piştî kirîna lazmatîyên malê, ew ji Jêhat re jî şalekî, pantorekî nû dikire.  

Û mexseda kirîna wî şalî, bi tikîtenê ji bo ku Jêhat wî şalî li xwe ke û bi wî here mektebê, yan jî di rojên cejna de, bo nimûne, mesela di roja Newrozê de ew wî şalî li xwe ke! Û bêşik bi wê yekê pir kêfa Jêhat tê û gelek kêfxweş dibe.

Belê, li vê derê divê ku em bi çend gotina be jî, hinekî behsa kekê Jêhat jî bikin. Kekê Jêhat yanî bavê Serdar, ew hîn di salên 1960 de, ji gund yan jî ji Batmanê dida rê û diçû hetanî Dêrsimê û hin bacarên din, ji bo ku ew tevlî mitîngên D.D.K.O. yê bibûna. Yanî kekê Jêhat hê di wê demê de, mirovekî bîrbir û welatparêz bû, yanî ew li wan derûdora werê dihat naskirin.

Û weke ku tê zanîn, di wê demê de, yanî di destpêka salên 1960 de, kurdan di bin navê komelên weke D.D.K.O. yê de, li hin bacarên bakurê Kurdistanê mitîngan li dar dixistin û hin sloganan, şîyaran derdixistin pêş. Mesela yek ji wan şîyaran wanî bû: “Davamız kürtçülük bülücülük davası değil, davamız doğunun kalkınmasi davasıdir”. Yanî kurdîya wê şîyarê: “Dawa me ne cudaxwazî ye, dawa me, dawa pêşveçûna rojhilat û başûrê rojhilatê welat e”.  

Îcar kurdan, piştî komara ku di sala 1923an de û ya ku tirkan bi alîkarîya kurdan ew eva kir û di dû re jî wan, yanî tirkan bi kurdan re bêbextî kirin û gotin: yek milet, yek al û yek ziman û hwd. Û di dû wê bêbextîyê re, kurdan jî, (her çiqas rola provokasyonên dewletê di wan serhildanan û îsyanan de pir be jî), li hember wê nijadperestîya û îxaneta tirkan serîhildan û di dû wan raperînan de jî, dewleta tirk ya nû ew raperîn, bi qatlîamên hovane û bi talanan ew pêşwazî kirin û ew kurdên din jî, yanî ew kurdên ku ji wan qetlîaman xelas bibûn jî, wan ew jî mecbûrî koçkirina ji welatê wan kirin, yanî, wan ew ji Kurdistanê ber bi alî rojava ve û bi gotinek din, kurdan li bacarên ku tirk li pir bûn belavkirin. Yanî bi kurtî siyaseta, polîtîkaya înkar û îmhayê ya ku ji dema Osmanîyan ve dest pê kirbû, lê vê carê hîn bi awayekî kambaxtir, hovane û bêbext û sîstematîk berdewam kir

Piştî wan kiryarên pir xerab, yanî wan qetlîamên ku li jorê û pir bi kurtî hatin destnîşan kirin û dîsa piştî bêdengîyek dûr û dirêj, yanî kurd jî bi şiklekî mecbûr man û zêde tu alternativê wan jî tune bûn û belkî jî bi tenê dikarîbûn bi hin daxwazên weke; demokrasî, azadî, pêşveçûna rojhilat, ango (Kurdistan) û hwd, dengê xwe derxistana. Û ji alîyekî din ve, belkî jî ji bo ku ew çavên tirkan jî zêde netirsînin, ew bi gotinên nerm û hêdî hêdî derdiketin meydanê. Yani, piştî wan komkujîyên zalim, pir zeman derbas bû, heta ku ronakbîrên, entelektuelên kurd dikaribûn ji nû ve dest bi têkoşînê bikin…  

Îcar her çiqas, ew şîarên, sloganên weke: “pêşketina rojhilat û hwd” ber bi pêş ve dihatin derxistin jî, lê bêguman, ew taktîkeke ronakbîrên kurdan bû, ya ku ji bo ku wan bikarîbûna piçekî rehet manewra bikrana. Û dîsa dawe û doz, bêşik ya welatê kurdan; yanî ew doza Kurdistan bû!

Belê, gelî (guhdaran) xwendevan, hew tune bû ku me ew mesela, yanî wê çîroka şalê Jêhat yê nû û yê ku kekê wî jê re ji bajêr kiribû û dîsa yê ku ew li ber dilê wî pir şêrîn û bi qîmet bû, jibîr bikrana.

Îcar Jêhat, ew şalê ku kekê wî jê re, niza bê bi çend baqnota kiribû û ew baqnotên ku gera wan, çapa wan ji ya sênîyekê, lengerîyekê mezintir û dîsa yên ku li ber dilê kekê wî, belkî jî ji dollaran jî biqîmttir bûn. Yanî ne ew baqnotê ku vê dawiyê qîmeta wan hatibû pênc pera! Ew li alîkî û ji xwe cend sal şûnde, dewleta tirk milyonên xwe jî, yanî ne yek, ne didu, ne sisê, lê belê tam şeş heb sifir ji wan perên xwe rakirin, yanî milyonek bibû baqnotek û êdî demek hatibû, ango ji bo ku mirov bikarîbûna perê tirkan bi perên hin welatên din re biguherta, hingê, belkî jî pêwîstî bi şêwirmendekî, yê ku di ware matamatîkê de gelek jêhatî û şareza bû hebûna. Yan jî bi gotinek din,  mirov belkî dikare bibêje ku pirofesorekî matamatîkê ji bo hesab kirina wan pera lazim bû.

Yanî, êdî hesab kirina wan milyonan û wan milyaran, li hemberî perên welatên din, alîyê wan yê komîk li alîkî, yanî, ji nav hesabkirina wan derketin, heqîqeten jî ne karê her kesî bû!

Îcar wan baqnotên biqimet, yên zemanê berê li vê derê mewzû baîs in! Û ne xasim jî, ku ew baqnot yê kekê Jêhat bûna. Wê gavê qîmeta her baqnotekî pir rehet dikarîbû bibûna not û neh, li hemberî yên xelkê!  

Îcar Jêhat, ne tenê ji ber wê yekê, lê belê herweha ji ber gelek sedemên din jî diva bû ku ew weke herdu çavên xwe li wî şalî miqate bûna. Mesela, diva bû ku Jêhat wî şalî, bi tenê û wextê ku ew biçûna mektebê, di rojên cejn, îd, yan jî di şahîyekê de, yan jî di dawetekê de û rojên welê, wî dikaribû ew şalî bikar bianîna. Yanî, ne werê hema wextê ku canê wî bixwestana, wî dikaribû ew şal li xwe bikrana!

Lê rojek ji rojan, Jêhatê gewr û enerjîk û bêsebir, bêyî ku cejn, dawet, şahî yan jî mekteb hebe, ew radibe û wî şalê xwe, bi dizî li xwe dike û piçekî jî zû zû ji mal derdikeve, ji bo ku tu kes wê nebîne û derdikeve diçe derva nava zaroka.  

Îcar her û hal û bi îhtîmalek super mezin, ji bo ku Jêhat pê, yanî bi wî şalê xwe yê nû here nav zarokan û li cem hevalên xwe û piçekî jî hewa xwe bavêje wan, yanî xwe li cem wan hinekî qure bike. Belê, Jêhat li ba zarokan, ew şalî xwe yê nû şanî wan dide û bi wî şalê xwe yê nû, ew xwe qure dike, yanî bi gotinek din şûr simbêlên wî nabire û ew xwe li nav zarokan tux dike, lê belê bêyî ku haya wî ji bayê felekê hebe, ku bê ew ê qasek şûnde çi bibe, an jî hê rasttir bê ew ê çi sosret! Were serê wî.  

Belê, Jêhat di nava zarokan de û ew di rola sereke de û piştî ku ew û zarok ji xwe re têr dilîzin û tev bi hev re diçin ser rê, ser cadê, ew rêya ku ji Farqînê dihat û di gundê wan re derbas dibû û diçû Batmanê. Ew cada ku asfalt kirî, lê belê li gelek cîya asfalta rê xera bibû û cî bi cî jî, ew rê tev kert û kort bibû û ew kert û kort tev bi zuxrikan û bi kevirkên hûrik û xîçik tije bibû.  

Û Jêhat, yê ku li ser wê rêya, ku bi tenê pênc-şeş kîlometre ji Pira Mala Badê dûr bû, di nava orta koma zarokan de û ew ji wan re meydan dixwîne û ji wan re dibêje: haydê werin em bibezin, bazbidin, bê ka kî dikeve pêşîya kê, yanî, bê ka ji me teva kî pir beza ye!

Û tev bi hev re li ser wê rêya ku tev kert û kort û bi xîçik bû, dest bi bazdanê dikin. Û ji Jêhat tirê ku ew di beza sed metreyî de ye û heta ku ji wî tê ew bi temamê hêza xwe bazdide û ew dikeve pêşîya temamê wan zarokên hevalên xwe.  

Lê belê piştî sî an jî çil metrî, nigê Jêhat li zuxrikekî dikeve û ew dilikume û ew pêre pêre şûşî erdê dibe û ew li ser dest û çokên xwe dikeve xwarê. Lê tevlî wê ketina kambax û xerab jî, ya ku ew li ser dest û çokan û disa ya ku êşa wê û bi taybetî jî jana çoka wî, ku dida hete kezeba wî jî, lê dîsa jî Jêhat wê yekê zêde li xwe danayne û naxwaze ku pir li erdê bimîne, yanî ew nazwaze ku sedik erd bigre, ´sed´ik erd girtin´, li zora wî diçe û ji ber wê yekê jî ew zû zû ji erdê radibe ser xwe, da ku ew dîsa bi zarokan re bibeze.  

Lê belê çawa ew radibe ser xwe, çavên wî bi çoka wî û pêre jî bi şalê wî dikeve! Îcar bavo birawo ew çi bibîne! Jêhatê birîndar û hejar, dinêre ku wa ew şalê nû û yê ku bi tenê, ew ji bo dibistan û rojên cejn û hwd bû, û yê ku bi tenê wî dikaribû ewî di wan rojan de wî şalî li xwe ke, ku bê çawa, bi qasî bihustekê û ji çokê û berjêr çiriya ye, qetîya ye! Îcar ew çermê çoka wî, yê ku pêre, yanî bi şal re şiridîye xwarê û xwîn û êş ji xwe nayê bîra wî. Ew çawa be, ew ê bi şiklekî rehet bibe, baş bibe, lê şal…!

Û her tişt li alîkî, îcar Jêhat difikire ku bê ew ê çewa, bi çi rûyî û bi kîjan cesaretî ew ê bikaribe here malê. Ji bo wî, belkî jî roja herî reş, di jîyana wî de, heta wê gavê, ew roj bû. Îcar li ser wê yekê, ew pir difikire, bê ka ew ê piştî wî “sûcê” giran, çawa bike, bê ew ê  bikaribe bi kurde here!

Firar bike, wek Ebedîn terkî weten bibe, yanî terkî welat bibe, çi bike?

Û bi wan fikirên ne zêde rohnî û bê hêvî, ew ji xwe re vir de û wir de li wandera diçe û tê, heta ku tarî dikeve erdê.

Îcar wexta ku tarî dikeve erdê, yanî dibe êvar, wê gavê Jêhat, tevî her tiştî, yanî ew her tiştî dide ber çavên xwe û diçe malê. Û li malê, ew dinêre ku wa civat gerîyaye û rê û rêwanî ji mêvanan, an jî ji cîranên ku hatibûn ji bo şebêrkê, di odê de nema ye û Jêhat dinêre ku bê çawa di serî de kekê wî û maliyên din, bê çawa ew ji xwe re ketine sohbetê. Û hema ew ji, yanî Jêhat jî, bêyî ku ew zêde bala tu kesî bikşîne ser xwe, hema ew jî ji xwe re cîyekî li nav şekala, yanî li nav qabqabik û şimikan çêdike û ew ji xwe re li wê derê û li ser çokan, lê bi şiklekî werê, ku ew cîyê qetiyayî yê şalê wî neyê xuya kirin û ew ji xwe re bê deng li wirê rûdinê.  

Lê qederekî bi şûnde, wê bêdengîya Jêhat, bala kekê wî û malîyên din dikşîne û ew jê re dibêjin: êra Jêhat, her roj tebat bi te nediket û tu nikaribû li cîyê xwe rehet bisekinya, lê işev tu werê bûyî weke milyaketa û tu wilo ji xwe re li nav wan şekala rûniştî yî, û te ewder ji xwe re kiriya mesken û tu wilo li wir henûn henûn û bêdengî û ew jê dipirsin, ma gelo te xêr e, qey derdekî te heye? Lê Jêhat, yê ku ew jî ji xeberdanê re têra xwe hebû, yanî kêm însana dikaribû di wî warî de nigê xwe li nigê wî xe, lê belê vê carê ”felek pê re xayîn ketibû” û ji tirsa re, dilê wî dikire kute kut û ew bi dengekî piçekî jî zenûn û melûl, ji wan re dibêj: na, tu derdê min tune û ez ji xwe re li sohbeta we guhdarî dikim!    

Lê çawa dibe dibe û hema bi carekê çavên kekê wî pê dikeve, ku Jêhatê gewr, ew şalê xwe yê nû li xwe kiriye. Û kekê wî tevlî ku mêvan jî di odê de amade bûn, piçekî jî xwe eciz dike, yanî ku ne ji bo xatirê cimaetê bûna… Û jê re dibêje: kurooo! Ma me ji te re negot, ku ew şal ne yê ku mirov her roj wî li xwe bike, de rabe û zû û hê ku çavên te ziwa ye, wî ji xwe ke! Lê belê piştî ku Jêhat, her çiqas ku ew hewil dide, da ku û ji bo ku, ew wî cîyê şalê qetandi, çirandî ji wan veşêre, ji bo ku ew wî cîyê çirandî nebînin, lê wexta ku ew xwe hinekî dilibitîne û hema bi carekê kekê wî û maliyên din çavên wan bi wî cîyê qetandî dikeve, yanî ew bi çavên serê xwe dibînin, ku bê Jêhat, di zemanekî ewqs kin de, bê wî ew şalê xwe yê nipînû û dîsa, yê ku bi tenê ew ji bo cejna û bû, bê wî çawa wek gurê har, wî ew wisa parçe parçe kiriye û ew qetandiye!

Belê, îcar em dawîya vê nivîsê, vê çîrokê (ger ji sedî sed ne gotinên wî bin jî), lê dîsa jî hema bêje, bi gotinên Jêhat dawî lê bînin û biqedînin.

Jêhat: wexta ku kekê min û malîyên din dîtin ku bê min ew şalê nipînû û yê ku ew bi wan baqnotên ku teqla wan gelek giran û yê ku bi tenê min dikaribû ewî ji bo mektebê û ji bo rojên cejn û şahîya li xwe bikrana û yê ku kekê min ji min re nû kirîbû û ku, bê min çawa ew şalê delal, di du rojan de, û dîsa, bê min çawa wek gura wî wisa çirandi bû û wisa wî parçe parçe kiribû.

Îcar ez serê we neêşînim, di serîde kekê min, yanî kekê min li pêş û malîyên din tev li dû wî û hinekî jî, yan jî herî pir jî, ji kerba wan baqnotan û ji kehra şalê qetîyay, îcar ji xwe tu tiştî nikaribû xwe li ber wê hêza, wê xezeba ku ketibû dilê wî û wan bigirta û bisekinya...

Û hema ji nişka ve û teva bi hev reêrîşî, hucûmî min kirin û îcar çi ket destê kê, wan ew, weke ku mirov wî bavêje bavkuştîyê xwe, bavêje dijminên xwe, wan bi xezebek wilo ew diavêtin min, di weşandin min. Tew, hew tune bû ku, ew mêvanên ku hatibûn ji bo şebêrkê jî ku ew di nav dest û pîyan de biçûna. Yanî di wê lînçê de, dê weledê xwe diavêt! Wan tiştekî wilo ecêb anîn serê min, yanî eger ku mirov cilikên mizgeftan jî dizibûna, belkî tiştekî wanî nehata serê mirov. Yanî, teqe reqa qabqabika û fîze fîza şimikan li hewa, weke tavan û teyroka biharê bû û dîsa ew weke şingîna wan birûskên biharê bû û yên ku di dû wê şingînîyê de gurmînek, ku erd û asîman dihejand, yanî mirov dikare xofa wî dengî tesewîr bike! Îcar weke ku kurd dibêjin: dîtin û gotin nabe yek. Yasitar, yanî te digot qey ez di şerê man û nemanê de bûm û eger ku li ser serê min ne kafir dewran bû jî, lê hema bêje, ew ne tiştekî kêmî wê bû.

Îcar, ev şidet û zilma ku ez marûzî wê mam, yanî bi kurtî ew ´terora malbatê´ ya ku me qal kir, belkî jî ji we re hinekî mibalaxe were, lê di wê atmosfera ku ez tê de, yanî ji alîkî ve tirs û bi wê re jî ew ruhîyeta min ya pîskolojîk û ji alîyê din de jî, yanî bê vir de û wir de, min îman bi Rebê Mûsa anî û got: êdî dawîya min hat! Îcar gelî xwendevanan, ne zêde hema piçekî empatî.. Ji ber ku ji hawirdor ve êrîşî, hucûmî min dihat kirin.   

Îcar, hat e serê min, lê Xwedê neyne serê tu kesî, min dît tu kes nebîne...

Lê dîsan jî di nav wê bêşansîyê de, yan jî di wê kafistanîyê de, belkî jî mirov dikare bibêje ku dîsa jî şansê min hebû. Yanî, ji ber ku mirov nikare, yan jî naxwaze bifikire, ji ber ku fikirandina wê yekê jî pir tiştekî xerab e.Û mesela, ku ji dêlva wan qabqabik û şimikan ve; tevir û bêr, yan jî kevir û tiştên wilo li wir bûna, nistûzibîllah, îcar wê gavê her û hal ew ê parçê mezin bibana guhên min!...

Yanî pir bi kurtî, wan bi wê hidet û şidet û wê xezeba xwe dixwestin ku min biricimînin, min lînç bikin...

Îcar, eger ku mirov vê meselê, vê çîrokê pir zêde dûdirêj neke û bi kurtî, yan jî bi gotinek ku vêga bûye ´mode´ biqedîne, ango weke ku vêga nivîskarên kurd, an jî weke nivîskarên ku bi kurmancî dinivisînin dibêjiin¸yanî: kurt kurmancî û Jêhatê jêhatî wanî dewî li vê çîroka xwe tanî : Belê, gelî xwendevanên (hazir û guhdarên) hêja û delal, yanî, xêr û xweşî li we û qabqabik û şimik li min barîn...!

 
Gulan 2006

 
KEY XUSRE